Şandeya Îmraliyê bi serokê partiya CHP’ê Ozgur Ozel re hevdîtin pêk anîn.
Serokê CHP’ê diyar kir ew dixwazin li Sûriyê û Tirkiyê aştî pêk were.
Mîthat Sancar jî anî ziman ku peymana siyasî û civakî xwedî girîngiyeke mezin e.
Endamên Şandeya Îmraliyê Pervîn Bûldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol li Navenda Giştî ya CHP’ê bi Serokê Giştî Ozgur Ozel re civiyan.
Piştî hevdîtinê civîna çapemeniyê hate lidarxistin.
OZEL: Em li Sûriyê û Tirkiyê aştî û demokrasiyê dixwazin
Ozgur Ozel anî ziman hêviya wan ew e ku aştî li ser vê xakê serwer bibe û pêşerojeke adil bê avakirin.
Û destnîşan kir ew li Tirkiyê û Sûriyê aştî û demokrasiyê dixwazin.
Pervîn Bûldan: Çareseriya pirsgirêka Kurd berpirsyariya me hemûyan e
Pervîn Bûldan jî anî ziman ku pirsgirêka Kurd li jor siyasetê ye û got, “Çareseriya vê pirsgirêkê jî berpirsyariya me hemûyan e. Me slaên dirêj ên şer derbas kir. Tişta ku li Tirkiyê tê aştî ye.
Mîthat Sancar: Peymana siyasî û lihevkirina civakî girîng e
Mîthat Sancar jî diyar kir gelek aliyên pêvajoyê hene û pêvajoyeke zehmet e û dibêje,
“Pêvajo wê bi danûstandin, diyalog û hevdîtinan bimeşe. Di vê mijarê de peymana siyasî û lihevkirina civakî xwedî girîngiyeke jiyanî ye.



