Navenda Çavdêriya mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku li Idlibê di encama teqîna guleyeke bermahiyên şer de çekdarekî Wezareta Parastinê ya hikumeta veguhêz hat kuştin û yekî din birîndar bû.
Navendê diyar kir ku bûyer li balafirgeha Leşkerî ya Ebû Zihûr أبو ظهور a gundewarê Idlibê pêk hat.
Li gorî SOHR’ê, duh jî çekdarekî hikumeta veguhêz dema perwerdeya rakirin û danîna mayînan li Fakulteya Endazyariyê ya gundewarên Şamê pêk dianîn hat kuştin û hin bi giranî birîndar bûn.
Hate diyarkirin ku çekdarî kuştî ji bajarokê Dail داعل ê Derayê ye.



