Rêxistina Sara li Helebê panelek derbarê mafê jinan di asta olî de her wiha têkoşîn û şerê wê ji bo tekezkirina rola wê di civakê de li darxist.
Panel bi dirûşma “Rûmetdayîna jinan di Îslamê de û têkoşîna gerdûnî ji bo tekezkirina hebûnê wê” bi beşdariya gelek jinan pêk hat.
Li wir, bang li jinan hat kirin ku piştgiriyê bidin hev, hûrguliyên dîroka mirovahiyê ku pêşengiya jinan di civakê de diyar dike fêr bibin.



