Hemwextî serdana şandiya Tirkiyê ji bo Şamê, çekdarên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê bi çekên giran û tanqana êrişî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir, Di encama, êrişan de jinek şehîd bû û 17 kes birîndar bûn.
Çekdarên Hikûmeta Veguhêz bi çekên giran û tanqan malên sivîlan li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêçkirin.
Nûçegihanê me diyar kir ku Çekdara malên sivîlan topbaran kirin, di encamê de jina bi navê Fedwa Mihemed El Kurdî ya 57 salî şehîd bû.
Nûçegihanê me ragihand ku 17 kesên birîndar rakirin nexweşxaniyê û navê wiha ye:
“Henan Ebid El-Rehîm Ismaîl, Mihemed Ebid El-Hemîd, Ebid El-Hemîd Ismaîl, Zekeriya Xelîfe, Ebdo Eswed, Mihemed Nidal Ismaîl , Aydil Elî, Dicle Osman, Doxan Elo , Ebid El-Rehman Horo, Cemil Ekaş, Mehmûd Oso, Mîrkan ekir, Arif Bilal û Royarîn Hebeş.



