100 şervanên din tev li Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê bûn.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê eşkere kir ku van şervanan perwerdeya xwe bi dawî kir û tev li nav refên hêzên wan bûn.
Li Akademiya Şehîd Çayan QSD’ê perwerdeyeke leşkerî bi navê şehîd Koçero û Fewzî bi tevlîbûna 100 şervanan bi dawî kir.
Di dewreyê de waneyên îdeolojî, siyasî û leşkerî, perwerdeyên li ser bikaranîna çekên ferdî, navîn, taktîkên şer û rêbazên şerên nûjen hatin dîtin.



