Çalakiyên Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya bajarê Qamişloyê, bi belavkirina spasnameyan li ser beşdarên pêşengê bi dawî bû.
Desteya Çandê ya kantona Cizîrê û Komîna Şêwekariyê li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişloyê Pêşangeha Hunera Şêwekariyê li dar xist. Di pêşangehê de endamên saziyên Rêveberiya Xweser, civaka sivîl, saziyên çandî, hezkiriyên çandê û hunerê û şêniyên bajêr amade bûn. Di pêşangehê de spansname li şêwekarên beşdar hatin belavkirin.
Pêşangehê 3 rojan dom kir, 71 şêwekar bi 71 berheman beşdar bûn. Di berhemên hunerî de pirrengiya civaka Sûriyeyê û rola şêwekariyê di xurtkirina nirxên mirovî û belgekirina bîreweriya civakî de, hatin nîşandan.
Beşdaran jî girîngî bi domandina van pêşangehan û rûniştandina çand û hunerê da.



