Tevgera Ciwanên Şoreşger a kantona Reqayê civîna xwe ya salê bi dirûşma “Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo xeta me ya sor e” li hola Navenda Çandê hat li darxist.
Di civînê ciwanan diyar kirin ku bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo îro em li hev civîyane.
Divê ciwan xebatên berfirehkirina fikra Rêber Apo bikin û azadiya fizîkî ya Rêbertî bibe bingeha tevahî xebatan.
Piştre rapora salê hat xwendin, di raporê de behsa çalakiyên ku ciwan beşdar bûn hat kirin.
Her wiha têkildarî xebata ciwanan sînevîzyonek hat pêşandan.
Herî dawî daxuyaniyek hat dayîn û tê de hin biryar hatin girtin.
Hin ji wan jî evin:
Hişyarkirina ciwanan û perwerdekirina tevahî beşên civakê li ser fikir û îdeolojiya Rêber Apo.
Ji bo xurtkirin û birêxistinkirina tevahî civakê li ser têgeha şerê gel ê şoreşgerî komîteyên parastinê di komîn û meclisan de werin zêdekirin.
Lidarxistina komcivînan ji bo nîqaşkirina rola ciwanan di avakirina civaka demokratîk de.



