Ciwanên Dêrazorê civîna xwe ya salane lidarxistin.
Di civînê de, teqezî bi xurtkitrina xerbatên ciwanan hat kirin.
Civîn li herêma Meamel, bi durişmeya “Ciwan ew hêza ku civakê li ser bingeha hişmendiya fikrî û exlaqî ya azad ava dikin” pêk hat.
Di civînê de, rewşa siyasî û pêşxistina rola ciwanan hate nirxandin.
Piştre ciwanan nerînên xwe anîn ziman û civîn bi encamnameyekê bi dawî bû.
Hin xalên encamnameyê wiha ye:
Xurtkirina xebatên ciwanan li ser bingeha fikir û felsefeya Rêber Apo.
Aktîvkirina rola ciwnan bi rêya semîner û çalakiyan û zêdekirina tekeliya di navbera rêveberên ciwnan de.
Lidarxistina semînerên şîrovekirina nenavendîbûnê û girîngiya wê.
Zêdekirina çalakiyên fikrî yên girêdayî xwendina pirtûkên Rêber Apo.



