Desteya hundirîn ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê cejna Noel û Sersalê pîroz kir.
Ji bo misogerkirina ewlehiya welatiyan hin biryar û tedîr girtin.
Di daxuyaniyê de biryar wiha hatin rêzkirin:
1-Ji êvara 30’ê Kanûna 2025an heta sibeha 2’ê Çileya 2026an, ketina kamyon û erebeyên mezin nav bajaran de qedexe ye.
2-Ji êevara 24’ê Kanûna 2025an heta sibeha 2’ê Çileya 2026’an bikaranîna hemû cureyên motorsikletan qedexe ye.
3-Tevgera sivîlan wê wekî xwe bimîne.
4-Veguhestina kelûpelên bijîşkî û alîkariyê, yên ku ji hêla rayedarên peywendîdar ve hatine destûr kirin.
5- Berdan guleyan di bin cezayê berpirsiyariya qanûnî û hesabpirsînê de qedexe ye.
6-Divê rêveberiyên bajarokan bi Rêveberiya Sotemeniyê û Rêveberiya firne û Aşxaneyan re hevahengiyê bikin.



