Şêniyên bajarê Çilaxa 71 şehîd bi bîr anîn û soza berdewamkirina şopa şehîdan û parastina destkeftiyên wan da.
Merasîm li Hola Roj a bajêr hate lidarxistin. Hola merasîmê bi wêneyên şehîdan û yên Rêber Abdullah Ocalan û alên Meclisa Malbatên Şehîdan hat xemilandin.
Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Hezna Temo axivî û diyar kir ku bi saya şehîdan herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro di nava herêmên herî ewle û aram ên welêt de ye.
Piştî axaftinê sînevîzyona nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan û wêneyên 71 şehîdan hat pêşandan.
Di dawiya merasîmê de, belgenameyên şehîdan hatin xwendin û wêneyên şehîdan li malbatan hatin belavkirin.
Merasîm bi dirûşmên “Şehîd namirin” bi dawî bû.



