Şandeyeke Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê careke din serdana Rûsyayê kir û li ba rayedarên wî welatî civiya.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov pêşwaziya Wezîrê Derve yê Hikûmeta Veguhêz Esed Şêbanî kri.
Lavrov diyar kir ku Şêbanî hevdîtin li gel Serokê Rûsyayê Pûtin jî pêk aniye.
Şêbanî: Têkliyên me û Rûsyayê derbasî qonaxeke nû dibin
Çapemeniya Şamê jî dibêje ku Pûtin li gel Wezîrê Derve û Parastinê yên Hikûmeta Veguhêz behsa hevkariya leşkerî kiriye.
Esed Şêbanî got ku têkliyên wan û Rûsyayê derbasî qonaxeke din dibin û ew dixwazin van têkliyan bikin stratejîk.



