Komîsyona ku li Meclisa Tirkiyê di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hatiye avakirin cara 20’an civîya.
Dema xebatên komîsyonê du mehên din hate dirêjkirin.
Civîna 20’an ya komîsyonê bi pêşengtiya Serokê Meclisê Nûman Kûrtûlmûş hate lidarxistin.
Dema komîsyon hatibû avakirin, diviya bû ku xebatên xwe heta 31’ê Kanûnê bidomîne.
Lê belê ji ber ku rapora dihat payin were amadekirin pê re nehat gihiştin, lewma komîsyon ji bo dirêjkirina dema xebata komîsyonê civiya.
Di civîna îro de 2 profesoran, derbarê axaftinên heta niha li civînên komîsyonê hatin kirin pêşkêşkiyek kirin.
Herdu profesoran aliyên dişibin hev, ên cuda û yên pêwîst ên gotinên pêkhateyên komîsyonê nirxandin.
Di dengdanê de dema xebatê ya komîsyonê ji bo 2 mehên din hate dirêjkirin.



