Li Siwîsreyê, Çalakiya Rûniştinê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê lidarxistin, di hefteya 257’an dewam kir.
Beşdarên çalakiyê banga hesabxwestina ji sûcdarên Komkujiya Parîsê hate kirin.
Çalakî ji 25’ê Çileya 2021’an, her çarşem li ber avahiya NY’î ya li Cenevreyê pêk tê.
Di çalakiya vê hefteyê de, şehîdên Komkujiyên Parîsê hatin bibîranîn.
Piştî deqeyek rêzgirtin, Koma Jinan a Şehîd Sema Yuce daxuyaniyek dan.
Koma Jinan komkujiyên Parîsê şermezarkrin û gotin:
“Divê Ewropayê ji bo ronîkirina komkujiiyan tevî gelê Kurd têbikoşe û nirxên mirovahiyê biparêzin.”
Her wiha jinan banga tevlîbûna meşa ku wê di 10’ê Çileya 2026’an de li Parîsê bê lidarxistin, kirin.



