Serokê YNK’ê Bafil Talebanî bi boneya Cejna Noelê peyamek pîrozbahiyê da, Bafil kêfxweşiya anî ziman û got: “Divê Xiristiyan bikaribin bi rastî nûnertiya xwe bikin”.
Serokê YNK’ê Bafil Talebanî bi vê boneyê peyamek li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal parvekir.
Bafil Talebanî diyar kir ku ew weke Partiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê piştgiriyê didin parastina xiristiyanan û mafê wan, ne tenê li başûrê Kurdistanê lê li seranserî Iraqê.
Bafil Talebanî Cejna Noelê li Xirstiyanên, başûrê Kurdistanê, Iraqê û cihanê pîrozkir û got:
“Divê mafên Xirstiyanan di saziyên herêmê bên parastin.
Em hêvî dikin ku ew karibin bi rasrî nûnertiya xwe bikin.”



