Serokê Meclisa Îslamî ya Elewî ya Bilind li Sûriyê û Diyasporê Şêx Xezal Xezal bi daxuyaniyekê banga rawestandina sûcên li dijî Elewiyan kir.
Şêx Xezal Xezal di daxuyaniyê de diyar kir ku kuştin û binpêkirinên sîstematîk ên li dijî civaka Elewî asta xwe derbas kir, bi tu hincetî nayê tehmlûmkirin û qebûlkirin.
Li gel provokasyon û binpêkirinan wan aramî û xweragirî hilbijartiye, lê wê dawiya vê seberê were.
Nenavedîbûn rêya derketina pêkhateya Elewî û sûriyeyiyan ji kaosê ye.
Şêx Xezal got:
Hikumeta veguhêz berpirsa yekser a her rageşî yan jî krîz an jî tu şerekî were kirin, e.
Şêx Xezal di berdewamiya axaftinê xwe de bang li civata navneteweyî kir ku bi erkên xwe yên qanûnî, mirovî û exlaqî li hember êriş û binpêkirinên li ser pêkhateya Elewî rabin.
Herî dawî jî Serokê Meclisa Îslamî ya Elewî ya Bilind li Sûriyê û Diyasporê Şêx Xezal Xezal anî ziman ku ger ev sûc û binpêkirinên ranewestin ew ê ji bo parastina mafên xwe yên jiyanê dakevin qadan.



