Tevgera Ciwanên Şoreşger yên kantona Cizîrê, Forma Ciwanan a Sosiylîzim û Azadî lidarxistin.
Ciwanan piştgirî dan bana Aştî û Civaka Demokrat û teqezî bi xurtkitina têkoşînê ji bo Netwea Demokrat kirin.
Form bi durişmeya “Azadiya Rêber Apo xeta me ya sore” li Hesekê pêk hat.
Di formê de, rewşa siyasî û pêşxistina kar û xebatên ciwanan di pêvajoya heyî de hat nirxandin.
Her wekî, Sosiylîzima Azad û rola wê di parastin mafê ciwanan, jin û pêkhateyan hat nîqaşkirin.
Ciwanê di formê de axivîn, diyar kirin ku ji bo aştî û aramî li herêmê serwer bibe, divê her ciwanek ji bo Netwea Demokrat, cihê xwe di qadên têkoşînê de bigire.
Piştre ciwanan nerînên xwe anîn ziman û gotin:
“Sosiylîzima Azad ya Rêber Apo daye pêş, ji bo Rojhilata Navîn çareseriyek mayîn de ye.
Em bi vê felsefiyê têkoşîna xwe dewam bikin û pêvajoyê bighînin serî”



