Hemwextî guhartinên siyasî yên li Sûriyeyê û bilindbûna bangên pêkhateyan ji bo nas kirina mafên wan û avakirina dewleteke demokratîk.
Sekreterê giştî yê Partiya Yekitiya Ermen Îmad Teteryan bang li hikumeta veguhêz a Şamê kir ku bi mafên hemû pêkhateyan nas bike û binpêkirinên li dijî wan rawestîne.
Îmad Teteryan bal kişand ser zehmetiyên gelê Ermen û yên tevahî pêkhateyên din ên Sûriyeyê û got:
“Projeya Rêveberiya Xweser ji bo krîza Sûriyeyê çareseriya herî guncaw e, ji ber ku mafên hemû pêkhate, ol û taîfeyan misoger kirine.”
Derbarê lidarxistina konferansa damezirîner a partiyê de jî Îmad Teteryan diyar kir ku gaveke dîrokî bû ji bo gelê Eremen
Di dawiyê de Sekreterê giştî yê Partiya Yekitiya Ermen Îmad Teteryan banga rawestandina binpêkirin û qirkirinên li dijî pêkhateyên Sûriyeyê û naskirina Rêveberiya Xweser kir.



