Thursday 2026/06/04
  • عربي
Ronahi TV
No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
zindî zindî
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
No Result
View All Result
Ronahi TV
No Result
View All Result

Rêveberiya Xweser: Budçeya 2026’an milyarek û 577 milyon dolar e

December 25, 2025
in BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
A A
Salvegera damezrandina Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê
Share on FacebookShare on Twitter

Hevserokê Desteya Darayî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Ehmed Yûsif diyar kir ku budçeya sala 2026’an milyarek û 577 milyon dolar e û piraniya wê ji bo pêşxistina binesazî, perwerde, tenduristiyê û enerjiyê ye.

Meclisa Gelan a Demokratîk di 22’yê Kanûnê de budçeya sala 2026’an erê kir. Qanûn bi fermî derket da ku di 1’ê Çileya 2026’an de bikeve pratîkê.

Girêdayî wê, hevserokê Desteya Darayî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ehmed Yûsif diyar kir ku ji budçeyê ew ê herî zêde girîngiyê bidin pêşxistina binesazî, perwerde, tenduristî û enerjiyê û got Rêveberiya Xweser heman stratejî di budçeya îsal de jî da meşandin.

Yûsif destnîşan kir ku budçeya 2026’an ji yên berê pêşketîtir e û got: “Êdî her kantonek dikare roleke mezintir di siyasetên lêçûnê de bilîze û ji dahat û lêçûna xwe berpirsiyar be.”

Yûsif da zanîn ku mijarên wekî erkdarkirin, peydakirina çavkaniyên mirovî, lêçûnên mehane û diyarkirina çavkaniyên dahatê ji bo her kantonê, ji aliyê wê kantonê ve tê birêvebirin.

Der barê çavkaniyên dahatên gencîneya giştî de Yûsif got beşeke mezin dahatên petrolê bû, piştre ji dahatên gumrikê û bac û got di 2026’an de dahatên kantonan dê li çavkaniyên dahatên gencîneyê zêde bibin.

Yûsif got rêjeya dahatên petrolê ji sedî 75’ê dahatên gencîneya giştî ne, ya gumrikê jî ji sedî 10 û yên bacan ji sedî 3 ye û diyar kir ku dahatên din ji xizmetên Rêveberiya Xweser wekî fatureyên kehrebe, av û meclisên edaleta civakî tên.

Di madeya 4’an a qanûna budçeya giştî de hat diyarkirin ku lêçûna texmînkirî milyarek û 577 milyon û 392 dolar e. Di madeya 5’an de jî hat diyarkirin ku şikandina texmînkirî 213 milyon û 750 dolar e.

Yûsif destnîşan kir ku wan niyet nekiriye ku bacên nû derxin lê ew ê bacan bi rêxistin bikin û got: “Ji bo çareserkirina şikandinê em ê li çavkaniyên nû yên dahatan bigerin û çavkaniyên heyî bi rêxistin bikin.”

Yûsif got Rêveberiya Xweser di kêmkirina lêçûnê de siyasetên aqilane meşandin û pirsgirêkên mûçeyan û bêkariya nerast çareser kirin.

Yûsif da zanîn ku budçeya 2026’an, komînan di nava xwe de nahewîne û qanûna di vê mijarê de dê piştî ji nû ve birêxistinkirina komînan û amadebûna meclisên gel ên kanton, bajar û bajarokan were rastkirin.

Di dawiya axaftina xwe de Yûsif diyar kir ku zêdekirina mûçeyên karmendên saziyên Rêveberiya Xweser yek ji armancên sereke yên desteyê ye, her wiha ku ew ê girîngiyê bidin çareserkirina şikandina darayî û pêşxistina rewşa jiyanî.

Previous Post

DOSYA-Li Helebê bi merasîmekê şehîd Fedwe El Kurdî hat oxirkirin

Next Post

SIBEHA RONAHÎ-25-12-2025

Weşana girêdayî

Şandeyek ji Zanîngeha Kobanê serdana Zanîngeha Frankfurtê kir
BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ

Şandeyek ji Zanîngeha Kobanê serdana Zanîngeha Frankfurtê kir

Şaredariya Qamişlo: Em li dijî kesên qanûnan derbas dikin tedbîran bigirin
BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ

Şaredariya Qamişlo: Em li dijî kesên qanûnan derbas dikin tedbîran bigirin

KNK’ê: Osman Kose ne dîplomat bû, endamekî MÎT’ê bû
BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ

KNK’ê banga piştevaniya bo xebatên pêşxistina ziman hat kirin

Ronahi TV

© Hemû maf parastî ye

Girêkan ên wêbsaytê

  • SEREKE
  • NÛÇE
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV

Li me bişopînin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist

No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • SIBEHA RONAHI
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • NUÇEJIN
    • ÎROJ
    • BERNAMEYA TAYBET
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • RASTERÊ
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BIN XET
    • BÛYER
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • WERZÎŞ
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • ROJEVA RONAHI
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • TENDERUSTÎ
  • العربية
  • ZINDÎ

© Hemû maf parastî ye