Hêzên Ewlekariya Hundrîn ên Helebê bi daxuyaniyekê ragihand ku çekdarên girêdayî Hikûmeta veguhêz a Sûriyê di roja duyem de agirbest binpêkirin.
Hêzên Ewlekariyê diyar kir ku ew van binpêkirin ji nêz ve dişopînin, û bi van kirinan peymana îmzekirina agirbestê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî bin pê dikin.
Di çarçoveya van binpêkirinan de mizgefta El-Hesen ya herêma El-Cebanat li Rojhilatî Şêxmeqsûd bi “Dronê” hat hedefgirtin.
Ev êriş reşa ewlehiyê tevlîhev dike û jiyana sivîlan dixe metirsiyê.
Hêzên Ewlekariyê destnîşan kir ku bi armanca derxistina şer, çekdaran guleyên bê serûber berdan ser herdê taxan.
Di dawiyê de Hêzên Ewlekariya Hundrîn ên Helebê bang li Hikûmeta veguhêz a Sûriyê kir ku dawî li van kiryaran bîne.



