Tevî hevdîtinên leşkerî yên di navbera Kamboçya û Taylandê de, pevçûnên sînorî berdewam kirine, û ji 7ê Kanûnê vir ve bi tevahî 96 kes mirine.
Wezareta Parastinê ya Kamboçyayê ragihand ku artêşa Taylandê îro sibê êrîşeke topxaneyî li ser gundekî li parêzgeha Banteay Meanchey kiriye, di encamê de sivîlekî Kamboçyayî hatiye kuştin.
Li gorî raporek di rojnameya Nation Thailand de, Kamboçyayê bi qasî 40 rokêtên BM-21 avêtiye gundên li parêzgeha Sa Kaeo ya Taylandê, zirar daye binesaziya sivîl û sê xaniyan.
Rayedarên Taylandî ragihandin ku di pevçûnan de bi tevahî 42 sivîl û 23 leşker mirine, û nêzîkî 400 hezar kes ji cih û warên xwe bûne.
Di heman demê de, Tayland û Kamboçyayê duh li deriyekî sînorî li başûrê sînorê xwe yê 817 kîlometreyî dest bi danûstandinên leşkerî kirin.
Her wiha hate teqez kirin ku civîna şandeyên leşkerî dê sê rojan bidome û dikare rê li ber rêkeftinekê veke.
Tevî agirbestek ku di Cotmeha îsal de hatibû ragihandin, pevçûnên di navbera her du welatan de di 7’ê Kanûnê de ji nû ve dest pê kirin.


