Amerîka bi hinceta li Ewropayê azadiya ramanê tune ye, qedexeya vîzeyê danî ser 5 kesên Ewropî.
Welatên Ewropayê biryara Amerîka şermezar kir û diyar kirin di welatên wan de timî azadiya ramanê heye.
Ev gav wekî nîşanek din a kûrbûna dabeşbûna siyasî û stratejîk di navbera Washington û hevalbendên wê yên Ewropî de tê dîtin.
Yekîtiya Ewropayê, biryara hikûmeta Amerîkayê ya qedexekirina vîzeyê li ser 5 welatiyên Ewropî, bi tundî şermezar kirin.
Di nav kesên ku ceza li wan hatiye birîn de Komîserê berê yê YE Thierry Breton Tiyerî Bireton jî heye.
Li gorî Reutersê, ev kiryara ku rêveberiya Donald Trump bi tohmetên sansurkirina azadiya ramanê û hedefgirtina neheq a şîrketên teknolojiyê yên Amerîkî ve eleqedare.
Rêveberiya Trump îdîa dike, Ewropa azadiya ramanê sînordar dike û bi rêziknameyên dîjîtal ên wekî DSA, zirarê dide şîrketên mezin ên teknolojiyê yên Amerîkî.
Dema ku Brukselê 120 milyon euro cezayê pereya li şîrketa X’ê ya Elon Musk birî, alozî zêde bû.
Piştî wê rayedarên Amerîkî û Musk ji biryara Birukselê hêrs bûn û gavên dijber avêtin.
Ewropa: Azadiya ramanê li welatên me ji herkesî re tê parvekirin
Komîsyona Ewropayê qedexeyên vîzeyê wekî bêmaf bi nav kir û teqez kir ku azadiya ramanê nirxek bingehîn e ku ji hêla demokrasiyên rojavayî ve tê parvekirin.
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron jî parastina Breton kir û teqezî li ser biryardariya Parîsê ya ji bo parastina serxwebûna Ewropayê û yekparçeyiya qada agahdariyê kir.
Almanya ev gav wekî nepejirandî bi nav kir û dest nîşan kir ku Washington qaîdeyên qada dîjîtal a Ewropayê destnîşan nake.
Ev doz di çarçoveyek berfirehtir de watedar e.
Belgeyên stratejiya ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê yên dawî Ewropayê bi lawaziya parastinê, nekarîna rêvebirina koçberiyê û sansura dengên rastgir tawanbar kirine.
Her wiha behsa xeteriya paşketina şaristaniyê ya Ewropayê jî tê kirin.
Helwestên weha bûne sedem ku gelek paytextên Ewropî girêdayîbûna xwe ya ewlehî û teknolojîk a bi Amerîkayê re ji nû ve binirxînin.
Li gorî Reutersê, qedexeya vîzeyê ne tenê nakokiyeke yasayî an sembolîk e, lê belê nîşaneya dubendiyeke kûrtir li ser pênasekirina azadiya ramanê, rêziknameya teknolojîke; dubendiyeke ku dikare di salên pêş de bi awayekî cidî rêça hevkariya Ewropî û Amerîkî biguherîne.



