Rusya plan dike di sala 2036’an de bi hevkariya Çînê li ser heyvê santrala Nukleerî ava bike.
Tê payîN ew santiral dê enerjiya pêwîst ji bo roverên heyvê, çavdêrxane û binesaziya daîmî peyda bike.
Rûsyayê planên xwe yên avakirina santralek elektrîkê li ser heyvê heta sala 2036’an ragihand.
Rusya dibêje, ew projeyek ku armanca wê piştgirîkirina bernameya fezayê ya demdirêj a welêt û stasyoneke lêkolînê ya hevbeş a Rûsya û Çînê li ser heyvê ye.
Her çend ajansa fezayê ya Rûsyayê, bi fermî peyva nukleerî bi kar neaniye jî, hevkariya di navbera Rosatom û Enstîtuya Kurchatov, du saziyên teknolojiya nukleerî yên pêşeng ên Rûsyayê, nîşan dide ku santral dê li ser bingeha enerjiya nukleerî were çêkirin.
Ev bername di demekê de tê ku pozîsyona Rûsyayê di fezayê de di çend dehsalên dawî de kêm bûye.
Her çend Yekîtiya Sovyetê bi şandina Yuri Gagarin di sala 1961’an de pêşengiya serdema fezayê kir jî, Rûsya niha li pişt Amerîka û bi taybetî Çînê dimîne.
Têkçûna mîsyona Luna-25 di sala 2023’yan de, ku bû sedema ketina keştiya fezayê li ser heyvê, derbeyek cidî li bawernameyên fezayê yên Moskowê da.



