Îsraîlê diyar kir ku di êrişeke li dijî xaka Lubnanê de endamekî Feyleq El Qudis a Pasdarên Îranê hatiye kuştin.
Artêşê diyar kir ku di êrişê de Hisên Mehmûd Murşid El Cehwerî hat kuştin .
Artêşê ew bi “terorekî girîng di yekîneya operasyonan a Feyleq El Qudis de ku baskê derve yê Pasdarên Îranê ye, bi nav kir.
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê jî ragihand :
Îsraîlê erebeyek li bajarokê Hewş El Seyid Elî yê Hirmilê bombebaran kir, di encamê de 2 welatî hatin kuştin.



