Balafirên şer Yên nenas li Siwêdayê depoyên berê yên binerdê ku ji bo madeyên qedexekirî dihatin bikaranîn, bombebaran kirin.
Li gorî agahiyan balafirên şer yên nenas depoyên berê yên binerd ku rejîma Baas û “çekdarên eşîran” yên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyê weke depoyên hişbirê û madeyên qedexekirî bi kar dianîn, bombebaran kirin.
Hemwexêtî balafirên ku tê texmînkirin ên Urdinê ne, gelek cih li rojhilatê gundê Şeab ê başûrê rojhilatê Siwêdayê bombebaran kirin.
Hatibû gotin ku dengên teqînan li derdora bajarê Tedmurê yê rojhilatê Humsê hat bihîstin, lê dezgeh û malperên ragihandinê ev agahî derewandin.



