Rêveberê Raghandina QSD’ê Ferhad Şamî diyar kir ku Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî beriya sersalê dê biçe serdana Şamê.
Ferhad Şamî têkildarî hevdîtinên ku di çarçoveya Peymana 10’ê Adarê ya di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Veguhêz axivî.
Şamî diyar kir ku Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî beriya sersalê serdana Şamê bike û got:
“Têkildarî mijara ku QSD divê entegreyî artêşa Sûriyeyê bibe, em hemfikir in.
Têkildarî vê yekê bi Şamê re xalên me yên hevpar hene.”



