Wezareta Derve ya Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê dibêje ku teqîna li mizgefta li Humsê “hewldanek bêhêvî” bû, armanc jê, bêîstîqrarkirina welate.
Ji Erebistana Siûdî, Hikumeta Lubnanê, Qeter û Urdunê jî peyam û daxuyaniyên şermezarkirinê hebûn.
Wezareta Şamê got teqîn beşek ji “hewldanên bêhêvî” ye û idia kir ku wê sûcdarana darizîne.
Erebistana Siûdî êrişa terorî û tundirew red kir
Wezareta Karên Derve ya Erebistana Siûdî jî teqîn şermezar kir û hevexemiya xwe bi gelê Sûriyê re anî ziman û piştgiriya xwe ji bo hewldanên avakirina ewlehî û îstîqrarê diyar kir.
Lubnan, Qeter û Urdunê jî êrişa terorî ya li Humsê şermezar kir
Hikumeta Lubnanê, wezareta Derve a Qeterê, Iraq û Wezareta Derve ya Urdunê jî teqîna terorîstî ya li Mizgeftê bi tundî şermezar kirin.
Welatan ji gelê Sûriyê, bi taybetî ji malbatên qurbaniyan û rêberên olî re sersaxî xwest, helwesta xwe ya li dijî tundûtûjî, terorîzm û kiryarên sûc dubare kir.
Her wekî piştgiriya xwe di avakirina dewletek azadî û demokrasî de dubare kirin.



