Cenazeyê Fermandarê Giştî yê Artêşa Lîbyayê û kesên pêre ku 23 Kanûnê li Enqerê balafira wan ketibû û jiyana xwe ji dest dabûn, şandin welatê wan.
Piştî ku li Tiba Edlî kar û barên cenazeyê Fermandarê Giştî yê Artêşa Lîbyayê Mihemed Elî El Heddad û kesên pêre bi dawî bû, li Balafirgeha Murted ya li Enqerê Merasim hate lidarxistin.
Piştî merasimê cenazeyên wan şandin Lîbyayê.
Fermandarê Giştî yê Artêşa Lîbyayê Mihemed Elî El Heddad û şandeya pêre li ser vexwendina rayedarên Tirkiyê li Enqereyê bûn.
23’ê Kanûnê ji bo vegerê balafira wan ji balafirgeha Esen Boga rabû, demek kurt şûnde balafir ket xwarê û jiyana xwe ji dest dan.



