Îro PYD, MSD û Kongira Star serdana dêra Metraniy Cezirê û Firatê kirin.
Di hevdîtinan de, şandeyê Cejna Noelê li gelê Xiristiyan pîroz kir.
Her wekî giringî dan xurtkirina çanda jiyana hevbeş û pêşxistina nirxên biratiyê di navbera hemû pêkhateyên herêmê de.
Di serdanan de, pêwîstiya hevkarî û temsîliyeta pêkhateyên cuda di pêvajoya avakirina Sûriya nû de diyar kirin.



