Di êrişên li herêma Darfûr ya Sûdanê de di navê de jin û zarok zêdeyî 200 kes hatin kuştin.
Tora Bijîşkên Sûdanê, îro diyar kir ku di êrişên Hêzên Piştevaniya Lezgîn ên li herêma Darfur yê rojavayê Sûdanê de zêdetirî 200 kes di nav de zarok û jin hatine kuştin.
Hate diyarkirin ji ber êrişan koçberiyeke mezin ber bi Çadê ve dest pê kiriye û li wir kesên koçber û penaber di bin şert û mercên mirovî yên dijwar de ne.
Tora bijîşkan hişyarî da ku wê êriş û binpêkirin bibe sedem ku bi hezaran sivîlên din jî penaberî derveyî welat bibin.
Tora Bijîşkên Sûdanê banga rawestandina êrişan kir da ku alîkariyên mirovî û tibî bigihînin wan herêman û koçberan.



