Roja cîhanî ya zimanê dyîkê tora ziman û çanda Kurdî daxuyaniyek da

Bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê Tora Ziman û Çanda Kurdî bi daxuyaniyekê diyar kir ku ji bo hemû kelem û astengiyên li ber zimanê kurdî rabin ew ê bi hemû rê û rêbazên sivîl û demokratîk têkoşîn bikin.

Tora Ziman û Çanda Kurdî li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî Baroya Amedê daxuyaniyek çapemeniyê da.

Torê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku zimanê Kurdî hê jî nebûye xwediyê statûyeke fermî, ji hemû derfetên dewletê bêpar e û gelek astengî li pêşiya ziman heye.

Lewma jî divê zimanê me bibe xwediyê statûyeke fermî û hemû kelem û astengiyên li ber zimanê me werin rakirin.

Ji bo vê yekê em ê bi hemû rê û rêbazên sivîl û demokratîk têbikoşin.

Tora Ziman û Çanda Kurdî bang li hemû Kurdên xwenas kir ku beşdarî têkoşîna parastin û geşkirina çand û zimanê Kurdî bibin.

Back to top button