Beriya niha bi 14 salan di 28’ê Kanûna 2011’an de, li gundê Roboskî yê navçeya Qilaban a Şirnexê, di encama bombebaran balafirên şer ên dewletaTirk de 34 sivîl şehîd bûn û 19 ji wan zarok bûn.
Îro şehîdên komkujiyê li ser gora xwe hatin bîranîn.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê li bîranînê got, “Aştî bi hesabdayina Komkujiya Roboskî dikare pêk were”
Tevî malbatên şehîdên Roboskî gelek kes, endamên partiyên siyasî, nûnerên saziyên mafên mirovan jî beşdarî merasima bîranînê bûn.
Hatimogullari: Bila berpirsyar bêne eşkerekirin, hesab bê pirsîn
Tulay Hatîmogûllari li bîranînê destnîşan kir ku Roboskî nehatiye jibîrkirin, wê neyê jibîrkirin û got,
Piştî komkujiyê, dewletê xwe li bêdengiyê danî. Roboskî sûcê li dijî mirovahiyê ye.
50 sal in xwîn li vê xakê dirije. Em dibêjin êdî bes e. Em aştiyê dxiwazin. Rêya avakirina aştiyê eşkerekirina rastiya Roboskî ye.”
Keskîn bayindir: Heta ku edalet neyê roboskî, aştî nayê
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî diyar kir ku dosya Roboskî nehatiye girtin, wê neyê girtin û got,
“Heta ku edalet neyê Roboskî, aştî nayê. Aştî li ser lingekî jî nameşe. Heta ku edalet li vê xakê pêk were em ê şopdarê doza Roboskî bin.



