Meclisa bajarê Dêrikê di civîna xwe ya salane de xebat û destkeftiyên salekê nirxandin û stratejiya sala bê danî.
Di civînê de bi dehan ji nûnerên saziyên rêveberiya xweser beşdar bûn.
Hevserokê ofîsa PYD’ê li Dêrikê Ciwan Hesen rewşa siyasî nirxand û bal kişand ser girîngiya peymana 10’ê Adarê ku mafên tevahî pêkhateyan misoger dike.
piştre rapora salane ya meclisê hate xwendin û deriyê nîqaşê ji bo beşdaran hate vekirin:
Dawiya civînê de saziyên Dêrikê û derdora wê Tilvîziyona me Ronahî TV hatin xelatkirin.



