Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku Hevdîtina şandeya Rêveberiya Xweser û hikumeta veguhêz hat taloqkirin.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê di daxuyaniya xwe de got:
“Serdana biryar bû ku fermandarê Giştî ya QSD’ê Mazlûm Ebdî û şandeya dan û standinan îro li Şamê pêk anîbana ji ber sedemên teknîkî hat taloqkirin.”
QSD’ê ragihand ku ji ber hazirtiyên lojîstî û teknîkî yên girêdayî serdanê, serdan hat taloqkirin û got:
“Dê demên pêş de lihevkirineke bi aliyên têkildar re li ser diyarkirina dema hevdîtinê çêbibe.”
QSD’ê diyar kir ku taloqkirin tu guhertinê di rêgeha lihevkirinê û armancên wê yên pêşkêşkirî yên der barê peymana 10’ê Adarê de çênake.



