Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump ragihand ku pêşketin di dan û standinên ji bo bidawîkirina şerê li Ukraynayê de çêbûye.
Donald Trump û serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky duh hevdîtineke dirêj li Florîdayê pêk anî.
Piştî hevdîtinê daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Donald Trump got, Ukrayna û Rûsya nêzîkî çareseriyeke der barê herêma Donbasê ya nakok de bûne.
Her wiha ragihand ku tevî hin pirsgirêkên asêmayî jî dan û standinên berdewam pêşketineke berbiçav çêkiriye.
Her du aliyan jî destnîşan kir ku lihevkirineke nêzîk li ser peymaneke ewlehiyê di navbera Washington û Kîevê de heye.
Di heman demê de diyar kir ku pêdivî ye ku hin pirsgirêkên axê werin çareserkirin.
Trump diyar kir ku plana aştiyê dê fêdeyên aborî yên girîng bide Ukraynayê.
Her wiha Trump daxuyand ku ew niyet dike ku piştî hevdîtina bi Zelensky re bi serokê Rûsyayê re biaxive.
Serokê Ukraynayê jî piştgirî da plana nûkirî ya DYA’yê .
Her wiha piştrast kir ku tîmên ji Ukrayna û DYA’yê dê hefteya bê bicivin da ku li ser hûrgiliyên plana aştiyê nîqaş bikin.



