Komên çekdar êrîşî gundekî li Humsê kir û bi çekên giran û bombeyan malan kirin hedef.
Li gorî agahiyan gundê Eyn el-Xedra yê Humsê berbangê sibehê ji aliyê komên çekdar ve rastî êrişê hat.
Hat diyarkirin ku bi RPG-ê avahiyek aîdî Esed el-Berdawî hedef girtin.
Di heman demê de bombe avêtin dibistana Eyn el-Xedra.
Heta niha jî agahî derbarê encamê vê êrişê nehatiye ragihandin.
Niştecihên Eyn el-Xedrayê nerazîbûn xwe li hember êrîşên berdewam anîn ziman.
Her wiha daxwaz kirin ku hesab ji sûcdaran were xwestin û dawî li êrîşên dubare wan bînin.



