Koreya Bakur Moşekên xwe ya krûz ceriband.
Kim Jong Un çavdêriya ceribandina avêtina moşekek stratejîk a dûr-menzîl kir.
Koreya Bakur Ceribandin wekî bersiva dijber bi nav kir û diyar kir ew ê hêza nukleerî mezintir bikin
Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Koreya Bakur, Kim Jong Un çavdêriya ceribandina avêtina moşekek stratejîk a dûr-menzîl ber bi deryayê kir.
Hat teqez kirin ku Kim Jong di tetbîqata moşekî de daxwaza pêşketina hêza nukleerî ya welatê xwe kir.
Ajansa Nûçeyan a Koreyê diyar kir ku armanca ceribandina moşekê bersiva êrîşa dijber e.
Her wiha Kim diyar kir ku hikûmet û partiya desthilatdar a Koreya Bakur wekî her car, dê hemû hewldanên xwe ji bo pêşketina bêdawî û domdar a hêza nukleerî ya dewletê binirxîne.
Koreya Bakur di 6’ê Mijdarê de, piştî ku Donald Trump xwesteka xwe ya hevdîtina bi Kim Jong-un re anî ziman, ceribandinek moşekên balîstîk pêk anî.
Di salên dawî de, Pyongyang ceribandinên xwe yên moşekan gelekî zêde kiriye.
Ji têkçûna civîna bi Trump re li ser bêçekkirina nukleerî di sala 2019’an de, Koreya Bakur bi berdewamî îdia kiriye ku ew ê tu carî dev ji çekên xwe yên nukleerî bernede.



