Çekdarên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê derdora Bendava Tişrînê bombebaran kir.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, çekdarên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê îro saet navbra 11.00’an û 12:00’an de êrişî derdora Bendava Tişrînê kir.
Hate ragihandin ku êriş bi dronên kamikaze hatiye kirin û di encamê de zerarên madî çêbûn.



