Li Îranê ji ber daketina nirxê diravên welat û giraniya hêza kirînê, xwepêşandanan dest pê kirin.
Rayedarên Îranê dibêjin, li pişt wan xwepêşandanan hêzên biyanî hene.
Li gel vê yekê Trump dibêje her xwepêşandanek li Îranê çêdibe xelk rastî gulebarana polîsan tê.
Li Tehrana paytexta Îranê, xwepêşandanên ku ji aliyê bazirgan û dikandaran ve li dijî kêmbûna rîyalê Îranî li hember dolaran hatin lidarxistin.
Polîsan gaza rondikrêj bikar anî da ku xwepêşanderan belav bike.
Xwepêşandan piştî ku rîal li bazara azad daket nêzîkî 1.39 milyon rîyalî dest pê kirin.
Serokê dadweriyê Xolam Hisên Mohseni hişyarî da ku li dû xwepêşandanan hêzên biyanî hene.
Medyayên fermî yên dewletê diyar kirin ku Serokê Banka Navendî Mihemed Reza Farzin îstifa kiriye û Wezîrê Aboriyê yê berê Abdulnasser Hemmati wekî Serokê Banka Navendî yê nû hatiye tayîn kirin.
Trump: Li Îranê xwepêşandan çawa dest pê dike gule li xelkê tê reşandin
Di heman demê de serokê Amerîkayê Donald Trump, di destpêka hevdîtina xwe ya li gel Benjamin Netanyahu li Florîdayê de, behsa gera nû ya xwepêşandanên li Tehranê kir û got:
“Her cara ku xwepêşandanek çêdibe an komek mirov ji bo daxwazekî tên gel hev, hikumeta Îranê dest bi gulebaranê li ser wan dikin.”
Serokê Amerîkayê behsa rewşa aborî ya Îranê jî kir û diyar kir ku ji ber sedemê xizaniyê xwepêşandan tên li darxistin, lê xwepêşandan li wê welatî bi gelemperî bi pevçûnên tund re rû bi rû dimînin.
Her wiha Trump nerazîbûna xwe nîşanî tundiya li ser xwepêşandanan da û teqez kir ku her sal mirov ji bo mafên xwe dadikevin qadan lê hikumet ji bo girseyê belav bike fîşekan bikar dîne.
Belavbûna xwepêşandanan li bajarên cuda yên Îranê nîşan dide ku ev tevger ji bazar û sûkê wêdetire.
Her wikî xwepêşandan dirêjtir bûn û li bajarên din belav bûn, aliyên wan ên siyasî jî eşkeretir bûn.
Pezeşkiyan: Em ê di pergalên pere û bankan de reforman çêbikin
Li aliyek din serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan ragihand ku hikûmetê tedbîrên girîng ji bo reformkirina pergalên diravî û bankayî yên welêt xistiye rojeva xwe.
Pazeşkiyan got:
“Debara jiyana mirovan fikara min a rojane ye, û hikûmet bi hemû hêza xwe dixebite da ku pirsgirêkan çareser bike.”



