Hamasê roja Duşemê piştrast kir ku berdevkê rêxistinê Ebû Ubeyde di meha Tebaxê de di êrîşeke Îsraîlê de li Xezayê hatiye kuştin.
Îsraîl di 31’ê Tebaxê de ragihandibû Ebu Ubeyda hatiye kuştin, lê ji hêla Hemasê ve agahî nehat dayîn.
Ebû Ubeyde yek ji kesayetên herî navdar di Lîwayên Qassam, baskê çekdarî yê Hemasê de bû.
Ebû Ubeyde, bi taybetî di demên pevçûnan de bi daxuyaniyên xwe yên dema ku rûyê xwe bi maskekê vedişart, dihat nasîn.
Li gorî artêşa Îsraîlê, Ebû Ubeyde, di medyayê û avahiya propagandayê ya Hemasê de roleke sereke lîst.
Hemas berdevkê xwe yê nû da nasîn
Hamasê di vîdyoyek nû de ku roja Duşemê li ser kanala Telegramê hat weşandin, berdevkê xwe yê nû da nasîn.
Navê berdevkê nû nehat eşkerekirin, lê xwe weke Ebu Ubeyde yê nû da nasîn.
Berdevkê nû diyar kir ku Hamas red dike ku çek berde.
Ev helwest wekî dijberiya peymana agirbestê ya bi navbeynkariya Amerîkayê tê dîtin ku ji Cotmehê ve di meriyetê de ye.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Heta ku dagirkerî berdewam bike, gelê me dê parastina xwe bike û çekên xwe nadeyne.”



