Mala Jinan a bajarê Hesekê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û got, azadiya wî ya fîzîkî ji bo bidawîkirina şeran û pêkanîna edaletê pêwîstiyeke dîrokî ye.
Ji rêveberên Mala Jinan a Hesekê Nûra Omer daxuyanî xwend.
Nûra Omer ku bang li raya giştî ya cîhanê û tevahiya mirovan kir bi bîr xist ku Rêber Abdullah Ocalan ji zêdetirî 26 salan ve di mercên dijwar ên tecrîdê de tê ragirtin û ev yek gefeke rasteqîn li ser siberoja aştî û istiqrarê li herêmê çêdik.
Nûra Omer di daxuyaniyê de destnîşan kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ne tenê dozeke mirovî ye, lê ji bo bidawkirina şeran û ji bo pêkanîna edaletê pêdiviyeke siyasî û dîrokî ye.
Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Rêber Abdullah Ocalan girîgeha Îmraliyê kir çavkaniya fikirî. Mala Jinan destnîşan kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û tevahî pirsgirêkên Rojhilata Navîn hedefeke bingehîn a têkoşînê ye û diyar kir bêyî azadiya wî ya fîzîkî, aştî û çareseriyên rasteqîn pêk nayên.
Mala Jinan di dawiya daxuyaniyê de bang li rêxistinên mafên mirovan, saziyên navneteweyî, parlamento û partiyên siyasî kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kar bikin.
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.



