Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji ber ambargoyê ku di encamê de sotemenî nemaye, 13 dibistan hatin girtin.
Li gorî biryarnameyê, 13 dibistanên girêdayî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û dibistanên hevbeş ên Rêveberiya Xweser û hikumeta veguhêz dê heya piştî sersalê neyên vekirin.
Hevseroka Komîteya Perwerde û Fêrkrinê Zehîde Reşîd der barê biryarnameyê de ev agahî dan ajansa me: “Di encama ambargoya ku hikumeta veguhêz daniye ser her du taxan sotemenî li navendên perwerde û fêrkirinê nema, di heman demê de rewşa heyî bandor li piskolojiya xwendekaran kiriye.”
Zehîde Reşîd diyar kir ku biryarname piştî şopandina rewşa xwendekaran hate dayîn û diyar kir ku rêjeya çûna dibistanan ji sedî 60 kêm bûye.
Zehîdeyê got ambargo bû sedem ku xwendekarên minhacên Rêveberiya Xweser ên li her du taxan dixwînin û hejmara wan 4 hezar in, bê pirtûk bimînin.
Zehîdeyê banga bidawîkirina ambargoya li ser her du taxan kir.
Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê 13 dibistan hene. 3 jê girêdayî Rêveberiya Xweser in û 10 jî yên hevbeş ên hikumeta veguhêz û Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ne. Derdora 25 hezar xwendekarên astên seretayî, navîn û amadehî li van dibistanan dixwînin.
Komîteya Perwerde û Civaka Demokratîk a Helebê, li ser bingeha nirxandina komîteyên çavdêriyê yên li ser bandorên dorpêçê, bi şêwirmendiya Yekitiya Mamosteyan û Yekitiya Xwendekaran ên her du taxan, îhtîmala dirêjkirina girtina dibistanan heya piştî 4’ê Çileya 2026’an dinirxîne.



