Li Şamê dengê guleyên zêde, bi taybet li derdora Qesra Serokatiyê, hat bihîstin.
Derbarê encamê de tu agahî nehat bidestxistin.
Hate ragihandin dengê guleyên zêde li naverasta bajêr û herêma El Mezê 86 hat bihîstin.
Li kêlek wê jî rewşa hişyariyê ya bilind çêbû.
Sedema avêtina guleyan li wan herêman û ne jî rewşa hişyariyê ya bilind a hêzên ewlehiyê li bajêr heta amedekirina vê nûçeyê nehat zanîn.



