Rewşa li bajarê Siwêda û gundewarê wê xerab e.
Çekdarên hikumeta veguhêz a Sûriyê kiryarê xwe yê dermirovî dewam dike.
Îro jî çekdarên hikumeta veguhêz a sûriyê êrîşî malê welatiyan kirin û şewitandin.
Her wiha li Meydana El-TIRŞAN ya Siwêdayê şehîdên meha Tîrmehê hatin bi bîranîn.
Li gorî agahiyan ew kiryar li gundê Mezrea yê gundewarê Siwêdayê hatiye kirin.
Mal û mezargeheke olî hatin şewitandin û talankirin.
Li hemberî vê rewşê şêniyan banga destwerdana lezgîn kirin, ku vê pirsgirêkê çareser bikin û dawî li van êrîşan bînin.
Li meydana El-Tirşan a Siwêdayê qurbaniyên meha Tîrmehê hatin bibîranîn
Her wiha li Meydana El-TIRŞAN ya Siwêdayê, ku niha wekî “Meydana Şehîdan” tê zanîn hejmarek malbat qurbaniyên meha Tîrmehê bi vêxistina mûman bi bîr anîn.
Li wir welatiyan wêneyên qurbaniyên meha tîrmehê hildan û xemgîniya xwe ya kûr û hesta xwe ya windakirinê di dawiya salê de anîn ziman.



