Li Mexmurê Çalakiya Nobetê ya bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê lidarxistin, di roja 895’an de bi koma 175’an bi biryardariyek xurt berdewam kir.
Mersîma dergirtina çalakiyê li Saziya Malbatên Şehîdan bi beşdariya gel û çalakvanan pêk hat.
Piştî deqeyek, rêzgirtin, li ser navê koma 174’an Emîn Mijînî axivî.
Mijînî şehîdên komkujiyên Parîsê bibîranîn û got:
“Em ê xwe zane û rêxistin bikin da ku em bikaribin destê Rêbertî xurt bikin.
Heta ku em Serokatî li meydana Amedê nebînin em dest ji çalakiyên xwe bernadin.”
Piştî axaftinan koma 174’an çalakî bi durişmeyan dewrî koma 175’an kir.



