Di nava du rojên bûrî de, ji ber barîna berfê pêlek dijwar ya qaşayê li herêmê çêbû.
Di encamê de, li ser rêyên sereke yên kantona Cizîrê 19 qezayên trafîkê çêbûn.
Rêveberiya Tirafîkê diyar kir ku piranî qezayan li ser rêya di navbera Dirbêsiyê û Dêrikê de pêk hatin.
Di encamê de, de 6 kes birîndar bûn.
Rêveberiyê dazanîn ku tîmên wan û yên tendurstiyê tedbîr girtibûn û kesên birîndar rakirin nexweşxaneyan.
Di dawiyê de Rêveberiya Trafîkê hêşiyarî da ajokaran û ev biriyr da:
Bi lez erebeyan neajon û pabendî aliyê rastê bin.
Berî ajotinê tevahî şewqan kontrol bikin û dolaban kontrol bikin.



