Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanên li dijî darvekirin, gendelî, û rewşa xirab ya aborîyê dewam dikin.
Xwepêşandan li gelek bajaran belav bûne û berfireh dibin.
Li Îranê ji roja yekşemê ve xwepêşandan hene.
Hate diyarkirin piştî ku pereyên Îranê li pêşberî dolarê Amerîkî nirxê xwe winda kir, di serî de li Tehranê û li gelek bajaran xwepêşandan hatin kirin û hê jî dewam dikin.
Ji 28’ê Kanûnê ve li Tehran, Hemedan, Keşm, Malard, Esfehan, Kirmanşan, Şîraz û Yezd li dijî gendelî, darvekirin û rewşa xirab ya aboriyê xwepêşandan tên kirin.
Hate ragihandin hêzên ewlekariyê yên Îranê jî ji bo xwepêşandanan belav bike êrişan dike.



