Ukrayna êrişeke berfireh li heremên Rûsyayê pêk anî.
Bi taybetî di êrişan de rafîneriya petrolê, cihên ku sîvîl lê ne, hatin hedefgirtin.
Di êrişa Xersonê de 24 kes mirin û 50 kes jî birîndar bûn.
Berdevka Komîteya Lêkolînê ya Rûsyayê Svetlana Petrenko ragihand ku di êrîşa bi balafirên bê mirov ya Hêzên Çekdar ên Ukraynayê ya li ser kafeya li herêma Xersonê de zêdetirî 20 kes mirine.
Svetlana Petrenko got li ser “êrîşa terorê” lêkolîn hatiye destpêkirin.
Waliyê herêma Xersonê Vladimir Saldo jî ragihand ku di êrîşa bi drone ya li ser kafe û otêla li gundê Horlî yê li peravên Deryaya Reş ku sivîl sala nû pîroz dikirin de li gorî tespîtên destpêkê 24 kes mirine û zêdetirî 50 kes birîndar bûne.
Droneyên Ukraynayê yek ji 10 rafîneriyên mezin ên Rûsyayê xistin
Her wiha şeva 31’ê Kanûnê hêzên Parastinê yên Ukraynayê êrîşî Rafîneriya Petrolê ya Tuapse ya li herêma Krasnodar a Rûsyayê kirin.
Yekîneya hilberîna petrolê ya bingehîn û hilberîna kûr a petrolê zirar dîtin.
Serfermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Ukraynayê diyar kir ku droneyên ji bo kêmkirina potansiyela leşkerî-aborî ya Rûsî ku wekî beşek ji hewldanan hatine şandin, li tesîsê lêxistin.
Rafîneriya Tuapse yek ji deh rafîneriyên herî mezin ên Federasyona Rûsyayê ye.
Tesîs bi kapasîteya hilberîna salane ya nêzî 12 milyon ton berhemên petrolê ve ji bo îxracatê hatiye avakirin.
Serfermandariya Giştî got:
“Pêdivî ye were destnîşankirin ku Rafîneriya Tuapse beşek ji çavkaniyên enerjî yên dijmin e, benzîna motorê ya cûrbecûr, benzîna paqij, mazota keştiyan hilberîne û ji hêzên çekdar ên dijmin re tedarîkê peyda dike.”
Li Nîvgirava Tamanê ya li herêma Krasnodar a Federasyona Rûsyayê, termînala petrol û gaza xwezayî ya nêzî gundê Volna jî ji agir bandor bû.
Tesîs ji bo depokirina petrol, berhemên petrolê û gaza hîdrokarbonê ya şil û paşê ji bo îxracatê û tedarîka hêzên çekdar ên Rûsyayê tê bikaranîn.
Di heman şevê de, drone yên Ukraynayê êrîşeke li ser saziya dewletê ya federal “Temp” ya li bajarê Rybinsk ê herêma Yaroslavl a Federasyona Rûsyayê pêk anîn.
Depoya petrolê ya “Temp” ya girêdayî “Rosrezerv” bi depokirin, qebûlkirin, belavkirin û hesabkirina rezervên stratejik, di nav de berhemên petrolê, mijûl dibe.
Herwiha, Hêzên Parastinê yên Ukraynayê li axa Krimê ya ku demkî hatiye dagirkirin, li nêzî Olenivkayê agir berda bingehê keştiyên çem ên demkî.



