Artêşa Amerîkayê doh ragihand ku di êrişên nû yên li ser keştiyên ku ji ber gumanên qaçaxçîtiya madeyên hişbir de hatine kirin hedef, 8 kes mirine.
Bi vî awayî, di operasyona Washingtonê ya li dijî qaçaxçiyên madeyên hişbir de hejmara miriyan derket 115 kesan.
Fermandariya Başûr a Amerîkayê ragihand ku du êrişên di sêşem û çarşemê de pêk hatine, 3 keştiyên qaçaxçîtiya madeyên hişbir ku bi konvoyê diçûn hatine hedefkirin.
Li gorî fermandariyê, sê kesên mirî li heman keştiyê bûn.
Cihê tam ê êrişan nehat eşkerekirin, lê êrişên berê li Karayîb an Pasîfîka Rojhilat pêk hatibûn.
Artêşa Amerîkayê diyar kir ku keştiyên hedefgirtî ji aliyê “rêxistinên terorê” yên nasnameya wan ne diyar ve hatine bikaranîn.
Di daxuyaniya ku li ser platforma medyaya civakî X’ê hate weşandin de, vîdyoyek ku 3 keştî bi hev re diçûn û paşê teqînên li pey hev çêbûne nîşan dide, cih girtiye.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“3 qaçaxçiyên madeyên hişbir ên li keştiya yekem di êrişa yekem de mirin.
Qaçaxçiyên mayî bi avêtina xwe ya behrê ji hev dûr ketin, paşê du êrişên din keştiyan binav kirin.”
Artêşa Amerîkayê, bêyî ku agahiyên zêdetir li ser çarenûsa kesên li du keştiyên din bide, ragihand ku fermana “destpêkirina xebatên lêgerîn û rizgarkirinê” daye ewlehiya peravê.
Çend saet şûnda, artêşê daxuyaniyeke duyemîn da û ragihand ku duh êriş li ser du keştiyên din jî pêk aniye û 5 kes mirine.
Rêveberiya Trump bi mehan e ku li ser Serokê Venezuelayê Nikolas Maduro zordariyê zêde dike bi îdiaya ku ew tora qaçaxçîtiya madeyên hişbir a mezin birêve dibe.
Trump ragihand ku “bi temamî qedexe kiriye” ku tankerên petrolê yên di bin cezayan de biçin Venezuelayê an jê derkevin.
Artêşa Amerîkayê ji Îlona borî ve, li Karayîb û Pasîfîka Rojhilat zêdetirî 30 êriş li ser keştiyên ku Washington guman dike qaçaxçîtiya madeyên hişbir dikin pêk aniye û nêzîkî 110 kes kuştine.
Amerîka heta niha tu delîlên ku keştiyên hedefgirtî madeyên hişbir hilgirtine nîşan nedaye.
Washington dema ku hêzên leşkerî yên girîng dişîne Karayîban, Caracas bawer dike ku rêveberiya Trumpê ji bo hilweşandina Maduro û kontrolkirina çavkaniyên petrolê yên mezin ên welêt, serî li îdîayên bêbingeh ên têkildarî qaçaxçîtiya madeyên hişbir dide.



