Meclisa PJAK’ê piştgiriya xwe ya ji bo xwepêşandanên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ku nêzî hefteyekê ye li dijî rewşa xirab ya aborî, gendelî û zextên rejimê dewam dikin, ragihand.
PJAK”ê diyar kir berxwedana gel wê bi yekîtiya demokratîk bi ser bikeve.
Meclisa Partiya Jiyana Azad ya Demokratîk-PJAK’ê derbarê xwepêşandanên gel yên li seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê daxuyanî da.
PJAK’ê diyar kir serhildana nû ya gelan ji bo şermezarkirina siyaseta Komara Îslamî ya derbarê aborî û jiyana civakê ya herêmê destpê kir û got:
“Komara Îranê bi talankirina hemû dewlemendiyên Îranê, bikaranîna wê ya ji bo şer, destwerdanên karubarên welatên din û piştgirîkirina komên çete yên tundraw bûye sedemê krîzên aborî li Îranê.”
PJAK: Ev berdewama serhildana Jin Jiyan Azadî ye
PJAK’ê destnîşan kir ji bo derbasbûna ji krîzan û çareserkirina pirsgirêkan ji derveyî yekîtî û xwedîderketina li hev ti rêyek din nîne û got,
“Ev berdewama Şoreşa ‘Jin, Jiyan Azadî’ ye.
PJAK: Berxwedana gelên Îranê wê bi yekîtiya demokratîk bi ser bikeve
Em li gel pir rengiyê ne û piştgiriyê didin hemû hewldanên demokratîk yên li dijî diktatoriyê.
Meşa azadiyê ya gelên Îranê wê bi yekîtiya demokraîtk bi ser bikeve.”



