Li kampa koçberên Girê Spî ya li Eyn Îsayê; Ji ber barana zêde çadirên ku wekî dibistan têne bikaranîn tijî av bûn û perwerde hat rawestandin.
Di kampê de ji bo nêzî hezar û 500 xwendekarî, 3 dibistan hatin vekirin.
Rewşa dibistanên kampê pir xirab in, ji ber ku çadir riziyayî ne.
Di encamê de ava baranê derbasî dibistanan bû û perwerde hat rawestandin.
Niha jî xebatên kişandina avê û sererastkirina çadiran têne kirin.
Rêveberê dibistanên kampê Kamil Osman got:
“Desteya Perwerde û Fêrkirinê bersiva banga me bi cih anî û çadir û alavên ku avê nakişînin, dane me.
Lê ji ber ku riziyayî ne, av derbasî wan bû.
Sererastkirina çadirên kampê di plansaziya pêşîn ya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Firatê de ye.”


